Encûmena Wezîran biryara ser rêjaya nifûsa Kurdistanê red kir

Encûmena Wezîran biryara ser rêjaya nifûsa Kurdistanê red kir

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di civîna ku doh hate lidarxistin de biryara Encûmena Bilind a Nifûsa Îraqê ya ku rêjeya xelkê Herêma Kurdistanê wekî 12.68% diyar kiriye, bi tundî hate redkirin.

Hikûmetê tekez kir ku li gorî encamên serjimêriya fermî ya sala 2024an, ev rêje 14.14% e û ji bo rastvekirina vê rewşê hemû rêkarên destûrî û dadwerî dê bên girtin.

Di civînê de her wiha amadekariyên ji bo sala nû ya xwendinê û tevlîbûna bernameya PISAyê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê reşnivîsa bûdceya federal a sala 2027an de hate tekezkirin ku divê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçeyên mûçexûran bêyî ku bi ti nakokiyekê ve bên girêdan, bi awayekî dadperwerane bên dabînkirin.

Di dawiya civînê de jî salvegera komkujiya gundê Soryayê bi rêzdarî hate bîranîn.