Parlamenterê Saadetê Hasan Bîtmez jiyana xwe ji dest da

Parlamenterê Saadetê Hasan Bîtmez jiyana xwe ji dest da

Peyama Kurd - Li Tirkiyeyê parlamenterê Partiya Saadetê yê Kocaeliyê Hasan Bîtmez ku çend roj berê ew rakiribûn nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Bîtmez roja Sêşemê di dema nîqaşên butçeyê yên li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkîyeyê de bi xew re girtibû, ew rakiribûn nexweşxaneyê.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkîyeyê Fahrettîn Koca îro mirina Hasan Bîtmez ji raya giştî re ragihand.

Fahrettin Koca, di daxuyaniya xwe ya bi ser Xê de ragihand ku Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê, Wekîlê Kocaeliyê Hasan Bîtmez, tevî hemû mudaxeleyan li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê ya Enqereyê ku lê dihat dermankirin, nehat xilaskirin û îro jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Hasan Bîtmez wê îro saet di 16.00an de li Parlamentoya Tirkîyeyê merasîmeke fermî bê lidarxistin.

Nimêja meytê Hasan Bîtmez wê sibê piştî nimêja înê li Mizgefta Fatîhê bê kirin û paşê li Goristana Merkez Efendî bê definkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin