Li Herêma Kurdistanê 10 kesên din ji ber Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 10 kesên din ji ber Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, di 24 saetên borî de 952 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan can dane.

Li gor Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir; di 24 saetên borî de, 952 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 199 kes li Hewlêrê, 312 kes li Silêmaniyê, 372 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 51 kes li Germiyanê û 14 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha da zanîn, di nav 24 seatan de 10 kesan can dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne. 675 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ji wan 88 kes li Hewlêrê, 92 kes li Silêmaniyê, 451 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 33 kes li Germiyanê û 9 kes jî li Raperînê ne.

Amarên giştî: Pêketin: 137577, Mirin: 3857, Başbûn: 116420

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin