Çavusoglu: Tirkiye ji bo YPG/PKKê li benda Amerîka ye

Çavusoglu: Tirkiye ji bo YPG/PKKê li benda Amerîka ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu car din ji Amerîkayê xwest ku piştevaniya xwe ya bo HSD/YPGê berde û got, Tirkiye ji bo PKK û YPGê li benda pêngavên Amerîkayê ye. 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, li 11.Konferansa Balyozên Tirkiyê ya li Enqerê axivî û bal kişand ser piştevaniya Amerîkayê ya bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê û ji  Amerîkayê xwest dawî li piştevaniyê bîne. 

Çavuşoglu wiha got: “Pêwîst e Amerîka di wan mijarên ku gef in li ser asayîşa me ya niştimanî, gavên şênber biavêje. Em li bendê ne Amerîka dawî li piştgiriya bo YPG/PKKê bîne.” 

Çavuşoglu li demeke ku danûstandinên Tirkiye-Amerîka bo avakirina herêma ewle dewam dikin û şanda Amerîkayê li Tirkiyê ye ev daxuyanî daku hîn jî lihevkirinek ji ber nerazîbûna Tirkiyê ya bo HSD/YPGê çênebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin