PeyamaKurd - Encûmena Nûneran a Amerîkayê "Qanûna Cezayan a Lindsey O. Graham a Rûsya û Îranê" bi 159 li hemberî 262 dengan pejirand.
Ev biryar ne tenê li ser kompaniyên Rûsî, her wiha li ser wan welatên petrol û gaza xwe ji Rûsyayê dikirin jî derbas dibe. Pêşnûme ji bo bibe qanûn niha pêwîstî bi îmzeya Serok Donald Trump heye.
Li gorî qanûna nû, eger Trump vê desthilatê bikar bîne, dikare li ser hilberên welatên ku petrola Rûsyayê dikirin bacê heta ji sedî 100 zêde bike.
Digel ku Çîn û Hindistan wekî kiriyarên herî mezin ên petrola Rûsî tên naskirin, Tirkiye jî di warê hawirdekirina gaz û petrola Rûsyayê de cihekî girîng digire.
Ev qanûna nû dikare di navbera Washington û welatên ku bazirganiya enerjiyê bi Moskowayê re dikin de bibe sedema rageşiyeke nû ya aborî.