Ji bo damezrandina hikûmetê ezmûneke nû li ber Herêma Kurdistanê ye

Ji bo damezrandina hikûmetê ezmûneke nû li ber Herêma Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên 20ê Cotmehê yên Parlamentoya Kurdistanê, avakirina hikûmeta 10an Herêma Kurdistanê hem di navxwe de hem jî li qada cîhanî tê nîqaşkirin ku Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn xwedî pêgeheke stratejîk e.

Di vê rewşa aloz a Rojhilta Navîn de ku rageşiya navbera Îsraîl-Îranê her diçe zêdetir dibe û şer ber bi belavbûna herêmê ve diçe, bi awayekî serkeftî li Herêma Kurdistanê hilbiijartin hatin kirin û ev nimûneyeke girîng a demokrasiyê ye li herêmê.

Di hilbijartinan de li gorî encaman, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek partiya yekemîn bû serkeftiya hilbijartinan û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) wek partiya duyemîn hate hilbijartin.

PDK LI HEMBER YNKÊ BI SER KET

Çav li rê ye, di demeke zû de partiyên Kurdistanê bi taybet jî PDK û YNK dest bi xebatên hikûmeta nû bikin ku di vê rewşa heyî ya herêmê de, avakirina bilez a hikûmetê xwedî girîngiyeke mezin e.

Rojnameya El Ereb a Londonê jî analîzek li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê belav kiriye û dibêje; piştî hilbijartinan Herêma Kurdistanê rûbirûyî ezmûneke aloz a avakirina hikumeteke nû ye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember hevrika xwe Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi ser ket.

Tê bibîrxistin ku zehmetiya pêvajoyê ew e, beşdariya her du partiyan di hikumetê de pêwîst e, tevî îhtîmala ku partiya serketî bi hêzên din ên ku di parlamentoyê de cih digirin re hevalbendiyê bike da ku rêjeya nîv+1 pêk bîne.

DIBE KU YNK ŞERT Û MERCÊN GIRAN BIDE BER PDKÊ

Li gorî El Ereb, hikumeteke YNK beşdarî nebe, dê nikaribe desthilata xwe li ser hemû navçeyên herêmê pêk bîne, bi taybetî herêmên Silêmanî û Helebceyê ku desthilata YNKê li wir serwer e û sazî û dezgehên wan deveran kontrol dike û hêzên xwe yên pêşmerge û asayîşê hene.

Di analîzê de hatiye destnîşankirin, "Derdorên siyasî yên Iraqê ditirsin ku partiya Talebanî serhişkiyê bike û pêvajoya avakirina hikumeta nû li herêmê aloz bike. Ango ji bo beşdarbûna hikumetê daxwaza şert û mercên giran û asê bike.”

HEVALBENDÊN ÎRANÊ BI SER NEKETIN

Herwiha hatiye diyarkirin, "Egereke din a derve jî heye ku van tirsan rewa dike, ew jî partî û aliyên şîe yên hevalbendên Îranê ne ku li dewleta federal a Iraqê serdest in, ev alî bi xurtî li pişt hevalbendê xwe, Partiya Yekitiya Nîştimanî rawestiyabûn, di wê hêviyê de bûn ku wê partiyê bikin hêza siyasî ya sereke li herêmê da ku cihê Partiya Demokrat bigire.”

Li aliyê din çavdêrên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî li ser encamên hilbijartinan û biryara Dadgeha Federal a guhertina sîstema bazineyan dibêjin, her çiqas hewl hat dayîn ku PDK têk biçe jî dengên xwe zêdetir kir û hewla kêmkirina kursiyan pûç kir ku dubare bûye partiya yekemîn û dê bi serpereştiya wê hikûmeta 10em bê avakirin.

Ev nivîs 5235 car hatiye xwendin.