Berdevkê Hikûmetê: Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vî şerî

Berdevkê Hikûmetê: Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vî şerî

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşêwa Hewramanî diyar kir ku herêm di serdemeke hesas re derbas dibe û got, "Ji bo parastina Herêma Kurdistanê ji vî agirî gavên rast û guncaw hatine avêtin."

Berdevk Hewramanî di daxuyaniyekê de ku roja Sêşemê, 10ê Adara 2026an de hat dayîn, bal kişand ser rewşa krîtîk a li Herêma Kurdistanê û hişyariyên girîng da dezgehên medyayê.

Hewramanî tekez kir ku divê medyaya herêmî û biyanî li ser cihên ku moşek û dron lê ketine rapor nekin û got, "Dezgehên medyayê divê tenê xwe bispêrin agahiyên ku ji hêla Yekîneya Antî-Terorê ya Kurdistanê û saziyên ewlehiyê yên fermî ve hatine parvekirin."

Berdevk Hewramanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê û herêm bi giştî di serdemeke hesas re derbas dibe û diyar kir ku Serokwezîr û serokatiya siyasî pêvajoyê bi baldarî birêve dibin.

Pêşewa Hewramanî got, "Xwedê şikir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokatiya me ya siyasî rêbazek rast û guncaw nîşan didin da ku herêma me ji vê agir biparêzin. Ewlekariya gelê me ji bo me pir girîng e; divê dezgehên medyayê jî rêz li vê hesasiyetê bigirin û rênimayên hêzên ewlehiyê bi cîh bînin."

Berdevkê hikûmetê bi tekezkirina ku Herêma Kurdistanê wê nebe beşek ji vî şerî, dawî li axaftina xwe anî û got, "Parastina Kurdistanê û ewlehiya welatiyên me pir girîng e."