Ji Îranê pêngava Behra Spî: Li peravên Sûriyê baregeha leşkerî ava dike

Ji Îranê pêngava Behra Spî: Li peravên Sûriyê baregeha leşkerî ava dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îran amadekariyan dike li peravên Derya Spî ya Sûriyê baregeheke leşkerî ava bike.

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser hin agahiyan ku Pasdarên Îranê amadekariyên dikin ku baregeheke leşkerî li rojhilatê Deryaya Spî ava bikin û diyar kir, armanca vê gavê, rûniştandina hegemonyaya Îranê li herêmê ye. Ji ber wê Îsraîlê vê salê êrîşî gelek navendên li parêzgeha Tartûsê kiriye.

Avakirina baregehê ji salekê ve dewam dike

Rojnameyê daye zanîn, Pasdarên Îranê ji salekê ve baregehê li berava Sûriyeyê ava dikin. Niha li baregeheke leşkerî ya hikumeta Şamê ya di navbera Ceblê û Tartûsê de dimînin.

Li gorî agahiyên ku lêkolînerekî leşkerî dane hatiye diyarkirin: "Fermandarê Pasdarên Îranê Riza Zîraî çavdêriya avakirina baregehê dikir, beriya ku di Adara borî de tevî parêzvanên xwe bê kuştin."

Bendera Tartûsê di destê kompaniyeke Îranî de ye

Hikumeta Şamê beriya 5 salan îmtiyaz da kompaniyeke îranî ku bendereke nû li herêma Eyn Zerqa ya li bakurê herêma Hemîdiyê ya parêzgeha Tartûsê ku nêzî sînorên Lubnanê ye, ava bike. Li gorî îmtiyazê, şîrketa îranî benderê heta 40 salî dixebitîne û bi rê ve dibe.

Bersiva Îranê dibe herêmê bixe nav şerekî berfireh

erwiha li ser sedemên derengbûna bersiva Îranê ya li hemberî Îsraîlê tê gotin, Îran ji dema ku soza xistina derbeyê li Îsraîlê daye ve, cîhan xistiye rewşeke bendewarîyê.

Rojnameyê diyar kir ku dibe ku bersiva Îranê herêmê bixe nava şerekî topyekun û hatiye gotin: “Şîrovekar diyar dikin ku Îranê tolê dereng dixe ji ber ku bi bandora piskolojîk ya derengxistinê kêfxweş dibe. Îran vê bandorê jî wekî stratejiyeke guncaw dibîne. Di heman demê de astengkirina koordîneyê bi wekîlên xwe re, nirxandina xetereyên êrîşê hiştine ku Îran di bersivdayînê de dudilî ye."

Di rojnameyê de hatiye diyarkirin ku Îran ji bo bersiveke sivîk bide li hincetan digere û hatiye gotin, dibe agirbesta li Xezayê wekî serketina dîplomatîk ji bo Îranê ku pêwîstiya xwe pê dibîne.