PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro 11ê Adarê li ser hesabê xwe yê Xê li ser mirina bi guman Ela Emîn daxuyanî da. Ebdî êrîşa ser konê şînê yê malbatê wekî sabotaj bi nav kir û got, wê bên tespîtkirin û hesab bidin.
Ebdî li ser mirina bi guman a Ela Emîn ragihand: “Ela Emîn berê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin û di wê demê de jiyana xwe ji dest daye.”
Fermandarê Giştî yê HSDê da xuyakirin: “Komîteyeke lêkolînê ya bêalî ji bo eşkerekirina rastiyan û hûrgiliyên mirina wî hatiye pêkanîn û herwiha biryar e ku di rojên bê de piştî temambûna karên wê komîteyê, encamên lêkolînan bi awayekî zelal ji raya giştî re bên belavkirin.”
Ebdî, pabendbûna xwe ji bo lêpirsîna hemû kesên bi wê bûyerê têkildar an jî berpirsiyar in anî ziman û diyar kir, girêdayî her çi aliyekî bin an her têkilî û pile û payeyeke wan hebe, bêyî tu xemsarî û cudakarî wê bên lêpirsînkirin.