Li Kurdistanê heta 1ê Nîsanê qedexe hat dirêjkirin

Li Kurdistanê heta 1ê Nîsanê qedexe hat dirêjkirin

PeyamaKurd – Piştî ku li Iraqê qedexeya derketina derve û çûnûhatinê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa korona hefteyekê hat dirêjkirin, li Herêma Kurdistanê qedexe heta 1ê Nîsanê hat dirêjkirin.

Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku qedexeya çûnûhatinê û derketina derve li nav bajaran û di navbera bajar û parêzgehan de ji bo 9 rojên din hatiye dirêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di navbera saet 00.00ê şevê û saet 05:00ê beyaniyê rê bi ti cure çûnûhatinê nayê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin