PeyamaKurd – Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de Brett McGurk ku bi sernavê ‘Rastiyên dijwar ên Sûriyê’ gotarek di kovara Foreign Affairs belav kiribû, diyar kir, ‘Tevî ku Tirkiye hevpeymaneke fermî be jî ne şirîkeke bi bandor e û divê Amerîka vê yekê qebûl bike.’
McGurk di nirxandina xwe ya li ser biryara vekişîna ji Sûriyê ya Trump de, ji bo Tirkiyê hişyarî da Amerîkayê û got, “Leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê vekişin jî dê hewleke êrîşê ya Tirkiyê bo ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) encamên cidî di têkiliyên Amerîka-Tirkiyê de bi xwe re werîne û divê ev yek eşkere ji Enqerê re bê gotin.”
McGurk li ser pêwendiyên Amerîka û HSDê jî destnîşan kir, 'Pir zehmet e ji bo Amerîkayê ku li hember jinûve zindîbûna terora DAIŞê bibe asteng' û wiha pê de çû:
“HSD niha herêma xilafeta DAIŞê kontrol dike, lê derfetên wan têr nakin. Li bakur Tirkiyeya dijmin, li başûr îrana muxalîf û rejîma Sûriyê hene. Herwiha herêmeke bi serjimariya milyonek kesan heye ku ji ber vê rewşê bêhizûr e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin