Serokê CHPê: Em ê doza Kobaniyê bi heyeteke bihêz bisopînin

Serokê CHPê: Em ê doza Kobaniyê bi heyeteke bihêz bisopînin

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, îro 14ê Gulanê di gotara xwe ya koma CHPê ya parlamentoyê de, li ser Doza Kobaniyê ku wê roja Pêncşemê 16ê Gulanê biryara dawî ya dadgehê bê eşkerekirin daxuyanî dan.

Ozel di gotara xwe ya parlamentoyê de got, “Birêz Demirtaş, hevserokên giştî û 108 kes girtin. 18 kes ji wan di girtîgehê de ne. Ev dozeke di bingeha xwe de dûrxistina siyasetmedarên HDPê ji siyasetê ye û bêyî darizandineke dadwerane têne dadgehkirin.”

Serokê CHPê herwiha ragihand ku ew dê wekî CHP bi şandeke bihêz 16ê Gulanê danişîna biryarê ya doza Kobaniyê bişopînin.

Hêjayî gotinê ye, Demirtaş û hevalên wî ev 7 sal in bi hinceta bûyerên 2014an ên dema êrîşên DAIŞê yên ser Kobaniyê rû dabûn li girtîgehan dimînin, lê cara ewil e ku CHP bi awayekî bihêz xwedî li siyasetmedarên girtî yên HDPê derdikeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin