Operasyoneke nû dibe ku Kurdan bikişîne pişt sînoran!

Operasyoneke nû dibe ku Kurdan bikişîne pişt sînoran!

PeyamaKurd - Rêveberiya Joe Biden, li aliyekî xwedî roleke girîng e di şerê Rûsya yê Ukraynayê de, li aliyekî din jî hewl dide ku li ser gefên Tirkiyeya endama NATOyê yên bo hevpeymanên Kurdên Sûriyê stratejîyeke polîtîk a hevsengîyê saz bike.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di nav 5 salên dawî de 4 caran biryara operasyonên bejahî da. Erdogan, li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku wan wekî dewama PKKê ya li Sûriyê dibîne, sînsala operasyona pêncemîn da. Gefên operasyonê piştî teqîna Kolana Îstiklalê ya Stenbolê hatin.

“Em di wê baweriyê de ku Tirkiye vê carê cidî ye”

Enqereyê, ji teqîna Îstiklalê HSD/YPG ya ku wekî peyrewa PKKê dibîne berpirs girt û operasyoneke asmanî da destpêkirin. Di wê operasyonê de, bi sedan êrîşên hewayî birin ser çeperên HSD ya piraniya wê ji Kurdan pêk tê û Amerîka piştevaniya wan dike. Herwiha binkeyên PKKê yên li Herêma Kurdistanê jî hatin bombebaran kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, peyama Amerîka ya taziyeyê bo teqîna Stenbolê red kir û Washington bi hinceta piştevaniya bo komên Kurd ên li Sûriyeyê wekî şirîkê teqînê tawanbar kir.

HSD jî dibêje, ew rûbirûyî rewşeke xeternak bûne. Ji fermandariya HSDê Newroz Ehmed got, “Em di wê baweriyê de ne ku Tirkiye di destpêkirina operasyona bejahî de gelekî cidî ye.”

“Erdogan ne tenê xwe difikire, dem jî guncaw e”

Newroz Ehmed diyar dike, Erdogan operasyonê tenê wekî derfeteke hilbijartinên bê û dirêjkirina dema serokomariya xwe nabîne, herwiha ji ber ku gelek welat bi bûyerên li Ukraynayê rû didin re mijul in, bi taybet ev dem ji bo Enqereyê demeke guncaw e.

Di demeke ev pêşhat çêdibin de, polîtîkaya derve ya Rûsya û Amerîkayê jî balê dikişîne. Beriya niha herdu hêzên reqîb li hember gefên operasyoneke nû ya bejahî yên Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê, xwedî heman helwestê bûn. Lê belê Ehmed dibêje, ev rewşa piştî şerê Ukraynayê guheriye.

Ehdem dide zanîn ku ‘Hêzên garantor meşgul in’ û ‘Hêzên herêmî yên ketine tevgerê jî peyamên bihêz ên pêşîgirtina operasyonê nedane Tirkiyeyê. Bi taybet jî welatên Rojava bi qasî berî peyamên bihêz nedane. Çimkî ji ber şerê li Ukraynayê westiya ne.”

“Niha berjewendiyên Amerîka û HSDê yek in”

Li ser pirsa ‘gelo fikarên HSDê yên bo Amerîkayê hene?’ jî Newroz Ehmed bersiva, “Heta niha helwestên Amerîkayê yên bo me, nîşan dide ku girêdayî hewldanan e. Ji bo niha berjewendiyên HSD û Amerîkayê yek in. Lê demên pêş wê çi bibe, em ê bihevre bibînin.”

Li demeke ku şerê navxwe yê Sûriyeyê dikeve 12 saliya xwe, hem Tirkiye hem jî HSD hevdu bi piştevaniya rêxistinên terorê tawanbar dikin.

Rayedarên HSDê ji ber piştevaniya Tirkiyeyê ya bo komên milîs ên îslamî, Tirkiyê yekser bi piştevaniya DAIŞ/IŞIDê tawanbar dike. Tirkiye jî ti pêwendiyeke xwe ya ligel DAIŞê qebûl nake.

Rayedarên Balyozxaneya Tirkiyeyê yên li Washingtonê, ji Newsweekê re axivîn û gotin, “Tirkiye endameke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye. Ji destpêkê ve yekane endama NATOyê ku sîng bi sîng şerê DAIŞê li bejahiyê kiriye em in.”

DYA: “Me fikarên xwe gihandin Enqereyê”

Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyê Amerîkayê (DYA) ji Newsweekê re diyar kir, “Rageşiya çend rojên dawî ya li ser sînorên Tirkiye-Sûriyê, li ser welatiyên sivîl ên Sûriyê û personelê Amerîkayê gefê çêdike. Me fikarên xwe gihandin muxetabên xwe yên Enqereyê.”

Berdevkê Wezaretê piştrast kir ku Amerîka bi HSDê re di nav danûstandinê de ye û got, “Gefên Tirkiyeyê dibe ku bandoreke xirab li ser operasyonên me yên dijî DAIŞê bike. Me di vê mijarê de, fikarên xwe gihandin Tirkiye û şirîkên xwe yên li herêmê. Em bi tundî li dijî operasyona leşkerî derketin.”


Tom O’Connor | Newsweek

Werger-Sererastkirin | PeyamaKurd