Pisporê Alman: Plana Tirkiyê paqijîya etnîkî ya Kurdan e!

Dîroka Weşanê :
Pisporê Alman: Plana Tirkiyê paqijîya etnîkî ya Kurdan e!

PeyamaKurd – Pisporê Alman ê siyaseta Tirkiyê Elke Dangeleit, di analîzeke xwe de got ku Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê plan dike li ser Kurdan paqijiya etnîkî pêk bîne.

Elke Dangeleit, wekî etnolog û polîtologekî bi salan li Tirkiyê li ser mijarên koç û koçberan xebat kiriye tê naskirin û di heman demê de di Partiya Çep a Alman (Die Linke) de jî siyasetê dike.

‘ARMANCA ERDOGAN PAQIJIYA ETNÎKÎ YE’

Dangeleit, di analîza xwe ya ser malpera Telepolîsê de dibêje, mebesta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi bicihkirina koçberên Sûriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) paqijiya etnîkî ye.

Dangeleit diyar dike ku bi vî awayî dê Kurd ji welatê xwe aware bibin û bibin penaber ku rejîma Beas a Iraqê jî ev plan meşandiye.

‘WÊ KEMBERA SÛNÎ BÊ AVAKIRIN Û KURD BIBIN PENABER’

Pisporê Alman dide zanîn ku dê bi vê polîtîkayê re Kurd û gelên din ên wê herêmê bibin penaber û armanca Erdogan bixwe avakirina kembereke sunî ye ku pêşniyar li xelkên deverên din ên Sûriyê hatiye kirin, wan li herêmên Rojhilatê Firatê yên ku dagir bikin bicih bikin.

‘LI EFRÎNÊ 300 HEZAR KURD KOÇBER BÛN’

Dangeleit destnîşan dike ku bi vî awayî dê xelkê wan herêman neçarî koçberiyê bibe û dagirkirina Efrînê di Adara sala 2018an de bibîr dixe û dibêje, bi qasî 300 hezar Kurd neçar bûne terka Efrînê bidin û li şûna wan jî 300 hezar welatiyên herêmên din ên Sûriyê hatine bicihkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya li 74emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, nexşeyeke Rojavayê Kurdistanê di destê xwe de nîşan dabû û xwestibû, hemû sînorê Rojava di kûrahiya 30 kîlometran de bibe herêma ewle û li wir jî bi qasî 2 milyon koçberên Sûriyê bicih bike.

Erdogan li Civata Giştî ya NY wiha axivîbû:

“Divê hebuna PKK/PYD ya li Rojhilatê Firatê jiholê bê rakirin. Hevdîtinên me yên li ser herêma ewle bi Amerîkayê re dewam dikin. Em dixwazin di qonaxa destpêkê de, di kûrahiya 30 km û 480 km dirêjahî de korîdorekê çêkin.”