Dozger Sibel Tunç ji Almanya çû Tirkiyê lê li nexweşxanê mir

Dozger Sibel Tunç ji Almanya çû Tirkiyê lê li nexweşxanê mir

PeyamaKurd – Dozger Sibel Tunç (42) ji Almanya bi hevjînê xwe re ji bo tatîlê çû Îstenbolê. Bi sedema xelaya mîdê seredana nexweşxana dewletê ya Silivriyê kir. Li nexweşxanê dema li benda dora xwe bû, rewşa wê ket xeterê û dest bi dermankirina wê kirin lê dozger li nexweşxanê can da.

Ji ber mirina dozger Tunç bi guman dîtin, rayedar dest bi lêpirsînê kirin. Otopsiya wê li tiba edlî kirin.

Tunç 4 roj bû ku vedreşiya û nexweşa wê ya kronîk ya tansyonê bû. Cenazê Sibel Tunç li navça Silivriyê sipartin axê.

Sibel Tunç li Almanya dozger bû û li Almanya hatibû dinyayê.