Almanya hemwelatiya du welatî qebûl kir

Almanya hemwelatiya du welatî qebûl kir

PeyamaKurd – Daxwaznama hemwelatiya du welatî di meclisa nûnertiya federal ya Almanya de qebûl bû. Bi vê qanûnê wê kesekî karibe hemwelatiya xwe biparêze û bibe hemwelatiyê Almanya. Ji bo qanûn bi temamî qebûl bibe, divê serokkomarê Almanya Steinmeier jî qanûnê îmze bike.

Li gor ragihandina Bundesratê; daxwazname di 19ê mehê de weka ‘nûhkirina qanûna hemwelatiyê’ di meclisa nûneran de hatiye qebûlkirin. Eger serokkomar Frank- Walter Steinmeier qebûl bike wê qanûn bikeve rê.

Reşbeleka qanûn ji terefê hukumeta Almanya de hat amadekirin û di 19ê mehê de bi 382 dengên qebûl bû. Li hemberê wan dengan 234 kes jî red dan.

Di nava qanûn de heye ku kesê 5 sal îqama wan li Almanya hebe dikare seredanê bike. Ev wext, berê 8 sal bû.

Kesê bixwaze bibe hemwelatiyê Almanya divê bi şertên jiyanê yê Almanya re lihev be, bi xwendin û mesleka xwe ve biserkeftî be, xebata xwebexş bike û ji bo ziman hîn bibe eger xîret bike, dikare di nav 3 salan de bibe hemwelatî.

Zarokên ku li Almanya werin dinyayê eger ne hemwelatiyên Almanya bin jî eger ji dê û bavê wan yek 5 sal li Almanya îqama wan hebe, dikare bibe hemwelatiyê Almanya.

Kesê bixwaze bibe hemwelatiyê Almanya, kesên mecbûr be li wan binêre, eger karibe bê ji Almanya alîkariyê bistîne îdara xwe bike, dikare bibe hemwelatiyê Almanya.

Eger qanûn îmza bibe û di rojnama fermî de belav bibe piştî sê meha cîbicîhanîna qanûn destpêdike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin