Plana nû eşkere bû: DAIŞ rêxistina herî çalak a cîhanê ye!
PeyamaKurd – Tevî ku DAIŞ êdî li ti devereke dinyayê erdên welatan kontrol nake jî belavbûna xwe ya li welatan û rêxistinbûna xwe berdewam dike.
Piştî têkçûna DAIŞê li Rojhilata Navîn, rêxistinê berê xwe daye Afrîkayê û li çend welatên Afrîkayê hewl dide hêza xwe zêde bike ku ji niha ve metirsiyeke mezin a ewlehiyê li ser wan welatan çêkiriye.
Li gorî zanyariyan rêxistina terorîst DAIŞ li çend welatên Afrîkayê bihêz dibe ku bûye metirsiyeke rasterast ji bo ewlehiya wan welatan.
DAIŞê sînorên wan welatan daye ber xwe
Rojnameya El Ereb li ser tevgera DAIŞê bi sernavê ‘Tevgerên dijber: Sînorên vegera DAIŞê ji bo Mexrib, Cezayîr, Tûnis, Lîbya, Morîtanya û bakurê Afrîkayê’ belav kir.
Di nûçeyê de gotin ku dosyaya DAIŞê, fikrên wê yên tundraw û planên wê yên têkbirina ewlehiya neteweyî ya hin welatan, hê jî yek ji jêderên metirsîdar e li ser wan welatan.
Rêxistina herî çalak a cîhanê ye
Rojnameyê cih daye rapora salane ya endeksa terorîzma cîhanî ya 2024an ku Enstîtuya Aborî û Aştiyê weşandiye û daye zanîn, "DAIŞ bi şaxên xwe yên cuda, di sala 2023yan de di lîsteya "rêxistinên terorîst" yên herî çalak de cih digire, ji ber vê yekê ya herî metirsîdar li ser ewlekariya nîştimanî ya welatan e.”
DAIŞ bi hemû şaxên xwe ve metirsiyeke rasterast e
Hate diyarkirin ku DAIŞ bi hemû şaxên xwe metirsiyeke rasterast li ser ewlehiya Mexrib, Cezayîr, Tûnis, Lîbya, Morîtanya û bakurê Afrîkayê dike.
DAIŞ dixwaze li Mexrîbê belav dibe
Hatiye bibîrxistin ku ji ber hevrikiya cîhadî ya di navbera DAIŞ û rêxistina El Qaîde de, di heman demê de ji ber windahiyên ku her du rêxistinan li Rojhilata Navîn û Asyayê dane, herêma Mexribê yek ji armancên DAIŞê ye ku dixwaze lê belav bibe.
Ev nivîs 79588 car hatiye xwendin.