Reuters | Tirkiyê kirîna petrola Îranê rawestandiye

Reuters | Tirkiyê kirîna petrola Îranê rawestandiye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku, di çarçoveya mueyîdeyên Amerîkayê bi ser Îranê de, Tirkiyê ji meha gulanê û vir ve kirîna petrola Îranê rawestandiye.

Rayedarekî tirk ji Reutersê re axiviye û diyar kiriye ku Tirkiyê ji destpêka meha gulanê ve kirîna petrola Îranê rawestandiye û pabendî sizayên Amerîkayê li ser Îranê bûye.

Di çarçoveya sizayên Amerîkayê bi ser Îranêde, Tirkiye jî tê de 8 welatan dawî li muafiyetên xwe nîbûn. Wî rayedarî got, “em êdî ji Îranê petrolê nakirin. Em ji 8 welatan yek bûn ku bo wan muafiyet hebû lê êdî em amade ne ku pêgiriya mueyîdeyan bibin.”

Mezintirîn rafîneya petrolê ya Tirkiyê Tupraşê hewil dabû ku dema muafîyetê bê dirêjkirin.

Heman rayedarî destnîşan kiriye ku ew pêgirî biryara Amerîkayê ya li dijî Îranê ne lê di vê mijarê de weke Amerîkayê nafikirin lê rêzê ji biryarê re digirin, “em rêzê li biryara hevkarê xwe yê stratejîk digirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin