RIAC: Dibe ku her sê dewlet Esed ji desthilatê dûr bixin!..

RIAC: Dibe ku her sê dewlet Esed ji desthilatê dûr bixin!..

PeyamaKurd - Encûmena Rûsî ya Karûbarên Derve (RIAC) a ku Wezîrê Derve yê berê yê Rûsya Îgor Îvanon e û bi xwe nêzîkî Kremlînê ye, raporek derbarê Beşar Esed de belav kir.

Di rapora RIACê de, zêdebûna gumanên Rûsyayê yên derbarê Beşar Esed de ku êdî nikare Sûriyê birêve bibe têne bibîrxistin û tê gotin, îhtimal heye Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo lêdana Esed li hev bikin.

Ev demek e ku dam û dezgehên nêzîkî Kremlînê raport û rapirsiyên nerazîbûnê yên li hember hikûmeta Sûriyê belav dikin. Kampanyaya dam û dezgehên lêkolînê û yên medyayî yên Rûsî li dijî kesayetiya Serokê Sûriyê Beşar Esed berfireh dibe.

Ew dam û dezgehên ku bi taybet nêzîkî Kremlînê ne, Beşar Esed wekî kesekî lawaz ku nikare êdî welatê xwe birêve bibe, didin nasandin.

Encûmena Rûsî ya bo Karûbarên Derve (RIAC) di rapora xwe de dibêje, Esed hewil dide ku Moskowê ber bi senaryoya Afganistanê ve bibe ku ev jî cihê bêhêvîtiyê ye bo Rûsyayê.

Di heman raportê de tê gotin ku Rûsya ji berê cidîtir e ji bo encamdana guhertinan li Sûriyê, çimku parastina Esed bûye barekî giran li ser milê Rûsyayê.

Çav li rê ye ku Rûsya, Tirkiye û Îran bigihêjin lihevhatinekê ji bo dûrxistina Esed û sepandina agirbesteke giştgîr li Sûriyê, li hember pêkanîna hikûmeteke veguhêz ku rejîm, opozisyon û hêzên demokratîk li xwe bigire.

Lihevkirin wê bi rêya Rûsya -  Amerîkayê be

Lê çavdêr û şopînerên dosyaya Sûriyê diyar dikin, ku lihevhatin dê ne di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de be, lê belê hevtêgihiştineke Rûsî-Amerîkî li ser çareseriya siyasî li Sûriyê heye û dibe ku di çarçoveya wê de Esed ji qonaxa veguhêz bihê dûrxistin.

Daxuyaniyên herî dawî yên Şanderê Amerîkayê yê bo Sûriyê James Jeffrey wekî nîşanekê li ser vê hevtêgihiştinê tên şirovekirin.

James Jeffrey gotibû: "Siyaseta me li hember rejîma Sûriyê nehatiye guhertin, hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê dê nerewa bin, divê hilbijartin di çarçoveya çareseriya siyasî de bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî bên kirin û em bi hemû şêweyî piştevaniya êrîşên Îsraîlê li nav xaka Sûriyê dikin."

'Esed lawaz e û nikare rewşa welat kontrol bike'

Berî Encûmena RIACê, Ajansa Nûçeyan a Federal a Rûsî, ku ew jî pir nêzîkî Kremlînê ye, di raportekê de gotibû, Esed lawaz e û rewşa welatê xwe kontrol nake û berpirsên li derdora wî gendeliyê dikin.

Herwiha di rapirsiyekê de ku navendeke Rûsî ya nêzîk ji hikûmetê belav kiribû, piraniya beşdaran gotibûn, eger Esed xwe bo hilbijartinan kandîd bike, ew baweriya piraniya Sûriyan wernagire.

Ji dema ku Rûsyayê destwardana şerê Sûriyê kiriye ve gelek pispor dibêjin, çarenivîsa Esed di destê Rûsyayê de ye ku ew dê biryarê li ser mayîn û nemana wî bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin