PeyamaKurd – Li Japonyayê 2 helîkopterên aîdê hêzên deryayê ku di wan de 8 xebatkar hebûn, di wexta perwerda hewayî de, bi şev ketin Okyanûsa Pasîfîkê.
Wezîrê bervaniyê yê Japonyayê Kihara Minoru, li ser ketina her dû helîkopteran daxwuyanî da û got ku li başûrê Tokyoyê, nêzî girava Torishima ku di her helîkopterekî de 4 kes hebûn, modela wan SH-60K bûn, pêwendî bi wan re hat birîn.
Sedema ketina helîkopteran nayê zanîn, lêgerîn, rizgarkirin û lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin