PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê li Java ya Rojava, li devera Cianjurê erdhejekî bi pileya 5.6 çêbû, di encamê de 162 kes mirin û li dora 700 kes birîndar bûn. Erdhej di bin erdê de di kûrahiya 10 km yan de çêbû. Ajansa bobelatên netewî ya Endonezyayê (BNPB) di ragihandina xwe de got:
“Li nexweşxana herêma Cianjurê 162 kes jiyana xwe ji dest dan û li dora 700 kes birîndar hene. Gelek kesên di bin enqazê de man birîndar bûn.”
Di erdhejê de gelek avahî zerarê dîne, dibistanekî razanî zerarê diye, xebatên rizgarkirina kesên di bin enqazan de dewam dikin û di pey erdheja esasî de, di nav 2 sietan de, 25 erdejên li pey hev çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin