Ji nûnera NY hisyarî bo Iraqê: Wê sala bê zehmetir be…

Ji nûnera NY hisyarî bo Iraqê: Wê sala bê zehmetir be…

PeyamaKurd – Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert, bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo sala bê hişyarî da rêveberiya Iraqê.

Plassheart, di peyama xwe de bal kişand ser ku vîrusa koronayê gelek bandor li Iraqê kiriye û tevî pirsên siyasî, civakî, aborî û ewlekariyê wê sala 2021ê ji bo Iraqê zehmetir be.

Nûnera NY bal kişand ser wan pirsgirêkên nehatine çareserkirin û diyar kir, li ber reformên aborî û ewlehiyê dibin asteng û got, wê NY hevkariya xwe ya ligel Iraq a yek ji endama damezrînera NYyê berdewam bike û ew ji bo civakeke aram û dadwerî bi hev re dixebitin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin