Iraqê budça Haşdî Şabiyê di 6 salan de %72 zêde kir

Iraqê budça Haşdî Şabiyê di 6 salan de %72 zêde kir

PeyamaKurd – Li Iraqê mesrefa Haşdî Şabiyê di dewra 2019-2024an de ji %72 zêde kirin û ji 2,5 trilyon dînarî (1,67 milyar dolar) derxistin 4,3 trilyon dînarî (2,87 milyar dolarî). Di navbera heman salan de, di her 4 qanûnên budçê de, bi temamî 1,1 trilyon dînar (733 milyon dolar) pere ji bo Haşdî Şabiyê veqetandin.

Li gor ragihandina Rûdawê; temamê mesrefên heyeta Haşdî Şabî di sala 2019an de 2,5 trilyon dinar (1,67 milyar dolar) bû. Ev reqem di sala 2021an de derket 3,7 trilyon dînarî (2,47 milyar dolar), di sala 2023an de derket 3,9 trilyon dînarî (2,60 milyar dolar) û di sala 2024an de derketiye 4,3 trilyon dînarî (2,87 milyar dolar).

Piraniya mesrefên Haşdî Şabî ji bo mehaneyên wan tên serf kirin. Mehaneyên wan di sala 2019an de 2 trilyon dinar (1,33 milyar dolar), di sala 2021an de 3,5 trilyon dinara (2,33 milyar dolar), di sala 2023an de 3,4 trilyon dinara (2,27 milyar dolar) û di sala 2024an de 3,8 trilyon dinara (2,53 milyar dolar) bû.

Cîgirê serokê komisyona ewlehiyê û bergiriyê yê Parlementoya Iraqê yê berê Segvan Sindî ragihandiye ku zêdebûna mesrefa Haşdi Şabî li ser zêdebûna xebatkarên wê ye. Di navbera salên 2023-2025an de tenê 30 hezar kes li jimara xwe zêde kirine.

Li gor lêkolînan di salên 2019-2024an de; ji bo çekan ji Haşdi Şabi re bikirin, bi temamî 1,1 trilyon dinar (733 milyon dolar) pere dane Haşdi Şabiyê. Sindî li ser kirîna sîlihan gotiye:

“Çekdarkirina Haşdi Şabiyê raste rast girêdayê ofîsa serokwezîrtiyê ye. Dikare her cûre çekên sivik û giran bikire.”

Li gor rêjeyên budça sala 2024an; xebatkarên di bin sîwana Haşdi Şabiyê de 238 hezar û 75 kesin.