PeyamaKurd – Li Iraqê li bajarê Selahaddînê li deverên Xurmatû û Amirliyê, ber destê êvarê êrîşên hewayî birin ser 7 baregehên Haşdî Şabiyê ku her 7 jî ciyên stratejik in.
Êrîş seet di 18.30an de di hewa de hatin kirin. Li gor ragihandina peyanmêrê Rûdawê Herdi Muhammed hedefa ewilî ya bombebaranê navça Xurmatû devera "Biravcili" bû.
Haşdî Şabiyê li vê baregehê piraniya wan ji rêxistina Bedirê pêk tê û baregeha girêdayê tugaya 52em tabûra 1em raste rast ketiye hedefê. Li gor agahiyên hatine sitendin di êrîşê de 3 kes birîndar bûne.
Piştî Xurmatûyê baregeha li serê çiyayê Xurmatuyê ya baregeha Kataib Hîzbûllahê ketiye ber êrîşê. Ji deverê dûman bilind dibe lê di derbarê encamê de ji Hizbullahê ti agahî nehatiye dayîn.
Li Amirliyê jî 5 baregehên Haşdî Şabiyê di heman wextê de hatine bombekirin. Di baregehan de gelek zerara maddî çêbûye lê ya canî nayê zanîn.