PeyamaKurd – Ber destê êvarê li bajarê Mûsilê li devera Reşîdiyê baregehên Haşdî Şabî ku Iraqîne lê bi ser Îranê ve kar dikin, bi balafiran êrîşê baregehên wan kirine.
Serokê komisyona ewlehiya meclisa bajarê Mûsilê Muhammed Kakayi ragihandiye ku li aliyê çepê (Rojhilat) bajarê Mûsilê, balafirên şer li baregehên Haşdî Şabî xistine. Muhammed Kakayi ji bo Rûdawê gotiye:
“Êrîşên hewayî li devera Reşidiyê, baregehên Haşdî Şabî yên binecîh ne, bûne hedefa balafiran. Di encama êrîşan de çi zerar çêbûye, em li ser rewşê tiştekî nizanin.”
Di 7 rojên dawiyê de, li bajarê Mûsilê baregehên 30 û 50em yên Haşdî Şabiyê hatibûn bombekirin. Heya niha balafirên ku Haşdî Şabiyê bombekirine, nasnama balafiran nehatiye zanîn lê Haşdî Şabî ji êrîşan DYAyê berpirs digre.