Li baregehên Haşdî Şabî yên Bexda û Mûsilê xistin

Li baregehên Haşdî Şabî yên Bexda û Mûsilê xistin

PeyamaKurd – Ji ber Haşdî Şabî terefdarê Îranêye û di xizmeta Îranê de ye, li Iraqê û Herêma Kurdistanê li baregeh û balyozxanên DYAyê dixe û li sehayên petrolê yên Kurdistanê dixe.

DYA, ji hewa de êrîşan bir ser baregehên Haşdî Şabî yên li Mûsilê û Bexdayê ku her dû baregeh jî stratejik in. Hat gotin ku di êrîşan de kes nemiriye lê xesara maddî gelek çêbûye.

Hat gotin ku Haşdî Şabî berê baregeha xwe ya li Mûsilê vala kiribû. Baregeha dinê li Bakûrê Bexdayê li Tarmiyahê ye. Heyeta Haşdî Şabî ragihand ku girêdayê Tarmiyahê li devera Ebû Bahrê, ji hewa de li baregeha tûgaya wan ya 12em xistine.

Tûgaya 12em ji çekdarên Tevgera Al-Nucaba pêk tê ku bi tevgerên xwe yên tund li dijî Amerîkane û serpereştiya tevgerê Ekrem el-Kaabi dike.

Êrîşên ku tên kirin raste rast navendên grûbên çekdarin an ku baregehên wan in.