Baregehên Haşdî Şabî bombebaran kirin

Baregehên Haşdî Şabî bombebaran kirin

PeyamaKurd –Hucra Ewlehiya Medya Iraqê encama bombebarana ser baregehên Haşdî Şabiyê yên îşevê ragihand.

Hucre, ragihand ku di encamê de mîlîsekî miriye û 3 mîlîs birîndar bûne.  Hucre got ku îşev seet di 18.10an de li bajarê Mûsilê, balafirên nasnama wan nediyar Tûgaya 40em û tabûra 33 yem bombebaran kirine ku aîdê Haşdî Şabî ne.

Hucre ragihand ku êrîş “Îhala Mafe” û ji bilî zayiata canî, di her dû baregehan de xesara maddî ya zêde çêbûye.

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandine ku êrîş bi vêya re sînordar nemaye û li Mûsilê li devera Qayarayê, li sînorê Babîlê û nêzî Curf el-Sakharê li devera bajarê Anbarê li herêma Gehawiyê jî çêbûye û 3 caran hatine bombekirin.

Li herêma Gehawiyê yekîneyên 45em yên Tûgayê yên “Haşdî Şabî ya Anbarê” binecîh ne.