PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) ve li ser rawestandina Rsuyayê ya peymana dexil û dan, daxuyaniyek hat dayîn û bang li Rusyayê hat kirin ku demildest li peymanê vegere.
Nûnerê Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve yê Bilind Josep Borrell, li ser navê Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek da û ragihand ku bi saya vê peymana dexil û dan a ku di navbera Rusya û Ukraynayê de hatibû çêkirin, ji Ukraynayê li piyaseya cîhanê bi giştî 9,5 milyon ton dexil û dan û xurek hatiye belavkirin.
Josep Borrell, rayedarên Rusyayê bi bikaranîna xurekan a wekî çekê tawanbar kir û got,
“Yekîtiya Ewropayê, rawestandina Rusyayê ya Peymana Dexil û Dan a Behira Reş şermezar dike û bang li Rusyayê dike ku demildest li peymanê vegere û bidomîne.”
Borrell, di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser banga Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û li ser peymana dexil û dan û diyar kir ku ew piştgiriya vê daxuyaniyê jî dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin