PeyamaKurd – Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya kesayetê diyar ê Kurd Îmad Celal Baban belav kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jê razî Îmad Baban bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.”
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar ê Kurd Îmad Celal Baban ê birazayê Mehmûd Begê Baban gihîşt min.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata birêz ya xwedê jêrazî Îmad Baban û kesûkar û dost û nasên wan dikim û xwe bi hevbeşiya xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Îmad Baban bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Em ê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
12ê Nîsana 2023an
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin