Balî: Ji dema agirbest hatiye ragihandin ve bênavber êrîs didomin

Balî: Ji dema agirbest hatiye ragihandin ve bênavber êrîs didomin

PeyamaKurd - Berdevkê Ragihandinê yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mustafa Balî ragihand ku Tirkiyê agirbestê binpê dike û hem bejahî hem jî bi asmanî topbaran û bombebaran dewam dike.

Balî got ku hêzên wan jî di çarçoveya parastina meşrû de bersiva êrîşan didin.

Li gorî dengê ku îro ji Dengê Amerîka re şandiye Mustefa Balî li ser rewşa meydanî ya şer wiha dibêje:

“Ji dema agirbest hatiye ragihandin ve bênavber li Serêkaniyê êrîş, topbaran û bombebaran dewam dike. Şer ranewestiye ye. Hêzên me jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan didin.”

Mustefa Balî da zanîn, hewldanên ku tîmên tenduristiyê xwe bigihînin nexweşxaneya Serêkaniyê ji bo rizgarkirina birîndaran hene, lê ew jî dibin armanca êrîşan ku îro ji sibehê ve derdora nexweşxaneyê jî hem bi bejahî hem jî bi asmanî hatiye bombebaran kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin