PeyamaKurd - 3 romanên din ên nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost ji Erebî bo zimanê Kurdî (Soranî) hatin wergerandin.
Ji romanên Jan Dost a bi navê ‘Efrîn Korîdora Aram’ ji aliyê Wirya Xefûrî, ‘Destnivîsa Petersburg - Jiyana Jabazîdî’, ji aliyê Sebah Îsmaîl û romana bi navê ‘Otobusa Kesk a Helebê’ jî ji aliyê Tariq Karêzî ve bo Kurdî hatine wergerandin.
Soran Ezîz xwediyê Mala Wefayî ragihand ku Mala Wefayî wan 3 romanan çap dike û di meha bê de belav dike û digihîne ber destê xwîneran.
Berê jî çend pirtûk û romanên din ên Jan Dost bo zimanê Kurdî hatibûn wergerandin ku ji wan jî Sebah Îsmaîl, wergêrê Kurd, 5 romanên wî nivîskarê Kurd ji Erebî bo Kurdî wergerandibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin