57 saliya Dihokê bi karnevaleke mezin tê pîrozkirin

57 saliya Dihokê bi karnevaleke mezin tê pîrozkirin

PeyamaKurd - 57 saliya parêzgehbûna Dihokê wekî "Bajarê Pêkvejiyanê" tê naskirin, îro 27ê Gulanê bi beşdariya mêvanên navxweyî û biyanî tê pîrozkirin.

Endamê Komîteya Serperiştiya Karnavalê Hesen Fetah re ragihand ku çalakiyên vê karnevala berfireh dê saet 18:00 li Parka Newrozê ya li nav bazara Dihokê dest pê bikin.

Di çarçoveya bernameyê de, mêvan dê serdana koşkên taybet ên danasîna dezgehên parêzgehê bikin, herwiha hunermendên gelêrî û dengbêjên navdar bi pêşkêşkirina berhemên xwe dê dewlemendiya çandî û hunerî ya devera Badînan nîşan bidin.

Mijara sereke ya pîrozbahiya îsal werzîş e û ji ber serkeftina tîma Dihokê di "Kûpaya Kendavê" de, dê tîma Dihok SC û tîma keçan a Dihokê bi taybetî bêne xelatkirin.

Dîroka parêzgehbûna Dihokê

Dihok di 27ê Gulana 1969an de, bi yasaya hejmar 50 a sîstema feredal a wê demê, ji qezayeke ser bi parêzgeha Neynewayê (Mûsil) ve hat cudakirin û wekî parêzgeha 15emîn a Iraqê hat qebûlkirin.

Ev bajarê ku îro nifûsa wê zêdetirî 1 mîlyon û 600 hezar kes e, di nav 57 salên borî de rûpeleke zêrîn di warê geşedana çandî, aborî û niştimanî de li Herêma Kurdistanê tije kiriye. Ji ber ku Dihok li bakurê rojavayê Herêma Kurdistanê cih digire û sînorê wê yê rasterast bi bi Rojava û Bakurê Kurdistanê ve heye û xwedî pêgeheke stratejîk û dergeheke girîng a bazirganî ye ku bandoreke gelekî mezin û erênî li ser geşbûna aboriya herêmê û tevahiya welat dike.