PeyamaKurd - Îro 14ê Mijdara 2026an, 242 sal di ser damezrandina bajarê Silêmaniyê re derbas dibin.
Bi vê helkeftê, ji serê sibehê ve li bajêr hejmarek çalakiyên çandî, hunerî, govend û festîvalên xwarin û cilûbergên resen ên Kurdî tên lidarxistin.
Silêmanî kengî ava bû?
Bajarê Silêmaniyê di 14ê Mijdara 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hat avakirin û navê bavê wî Silêman Paşa lê hat kirin.
Bajêr ku di dîrokê de paytexta Mîrnişîna Baban û di navbera salên 1922-1924an de jî paytexta hikumdariya Şêx Mehmûdê Hefîd bû, hem di warê siyasî hem jî di warê rewşenbîrî û hunerî de yek ji navendên herî girîng ên Kurdistanê ye.