PeyamaKurd - Zanîngeha DeuPauw a Amerîkayê di nava berendamên ‘Xelata Stêra Îlhambexş a Sala 2018an’ de hunermenda navdar a Kurd Aynûr Dogan jî nîşan da.
Zanîngeha DeuPauw ya li eyaleta Indiana ya Amerîkayê ji bo ‘Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018an’ 11 berendam diyar kirin ku yek ji wan jî hunermenda Kurd a bi nav û deng Aynûr Dogan e.
Kesên ku bixwazin beşdarî dengdanê bibin, dikarin heta 31ê Kanûnê (31.12.2018) li ser vê lînkê http://21cm.org/magazine/special-features/2018/12/06/2018-pop-finalists/ dengê xwe bikar bînin.
Dê berendamên di encama dengdanê de hêjayî xelatê bên dîtin, serê sala nû ango Çileya 2019an werin eşkerekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin