PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Denizliyê li navçeya Çameliyê li devera Çiyayê Kıranê, hilberînerê bacanê sor yê bi navê Levent Kerem di bin naylonan de bacanê sor çand û di encamê de her bacanekî sor li dora 1.2 kîlo giran hat. Xelkê ku bacanan dibîne şaş dimîne bê çawa ew çend giran tê.
Levent Kerem li ser 14 donuman bacanan (firingî) çandiye û di hilberînê de qet hormon bikarnayne. Kerem weha got:
“Bacanên ez difroşim bê hormonin û ji yên serayê baştirin. Bacan gelek bi lezetin. Qalikên wan tenike û hem bo pahtinê û hem bo xwurîniyê dibin. Ne hewceye cûreyên cuda bikirî.Kesên van bacanan dibînin, difikirin bê bi hormonin an na. Lê hormon tineye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin