PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê dest danî ser 510 kîlogram madeyên hişbir.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, bi vîdeoyekê dîmenên madeyên hişbir belav kir û got, ew madeyên hişbir yek ji madeyên herî bi bandor ên hişbir e û weke heb in ku ji bo derbaskirina derveyî welat, ji Hewlêrê re hatine şandin.
Encûmenê di berdewamiyê de ragihand, şofêrê barhilgir û xwediyê depoya ku ew amûr tê de bûn, hatin desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin