PeyamaKurd – Rêzefîlma Radyo Televîzyona Tirkiyê (TRT) ya bi navê "Mehmed: Siltanê Fethan" ku navê rêzefîlmê yê bi zimanê Tirkî "Mehmed: Fetihler Sultanı" ye, ew sahneyên ku temsîla mijara Herêma Otonom ya Sincana Ûygûrê dike, bû sedema munaqeşeyan.
Bi sedema ku rastiyên dîrokê têne şaşkirin, raporekî pisporan amade kirine û îxtarnamê şandine ji bo tîma çêkirina rêzefîlmê. Di îxtarnamê de xwestine ku sahneyên şaşin ne li gor rastiya dîrokêne, bên sererastkirin an ji ser televîzyonê weşana wan sahneyan rakin û ji raya giştî lêborînê bixwazin.
Li gor ragihandina rojnama Cumhuriyetê; Tirkekî ji Herêma Otonom ya Uygûr a Sincanê wekaletê daye parêzgerekî û di pey amadekirina rapora pisporan ya dîrokê, îxtarname şandine ji bo tîma çêker ya rêzefîlmê.
Sahneya bertekê nîşan didinê ew sahneye ku heyetekî ji xanedaniya Yarkandê ku di sala 1514an de hatiye avakirin, goya diçe seredana Fatih Siltan Mehmedê ku di navbera salên 1451-1481an de desthilat bûye û berdevkê heyetê jî Ali Şir Newayî nîşan dide.
Goya Ali Şir Nevai di fîlm de ji Fatih Siltan Mehmed re dibêje:
“Çîn, bi quderata xwe (hêz) biryarê daye ku zilamên xwe bike kole û keçên me jî bike cariye. Li wê derê tenê tirs heye.”
Di raporê de dibêje ku gotina Turkistana Rojhilat derbas dibe, ev di qirnê 15an de, ji bo dîrokê rast nîne, xanedaniya Yarkandê jî piştî mirina Fatih Siltan Mehmed bi 33 sal bi şûn de hatiye avakirin û rast nîne ku Ali Şir Newayî berdevkê vê xanedaniyê ye.
Piştî amadekirina raporê, îxtarnamê şandin ji bo rêvebirê giştî yê TRTê Muhammed Ziyad Varol, ji bo rêvebiriya giştî, Miray Yapım, çêker Eyüp Gökhan Özekin û sanarîst Ozan Bodur re.
Di îxtarnamê de hat gotin ku rûdan û rastiya dîrokê şaş kirine, rûdan di cetwelekî dîrokî ya şaş de hatine gotin, raya giştî xapandine, tê de heqaret li xelkê Çînê û Tirkên Ûygûr kirine.
Di îxtarnamê de xwestine ku lêborînekî nivîskî belav bikin, sahneyên şaş li hev rast bikin an ji weşanê rakin û bila rûdanên weha car din dubare nebin.