Reuters: Parlementerên kurd bi destê polîsên tirk hatin derbkirin

Reuters: Parlementerên kurd bi destê polîsên tirk hatin derbkirin

PeyamaKurd – Polîsan li Amedê mudaxeleyî girseya ku dixwest encamên hilbijartinan protesto bike kir û di encamê de Parlamentarên HDPê rastî mudaxeleyê hatin, Remziye Tosun a ku birîndar bû rakirin nexweşxanê.

Ajansa nûçeyan a Reutersê di nûçeya xwe de got, Lijneya Bilind a Hilbijartinana (YSK) ji dêvla ku mazbatayê bide namzedên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da namzedên Partiya Dad û Geşêpêdanê (AKP), HDPyiyan ev biryar protesto kir.

PARLEMENTER BIRÎNDAR BÛ

Gelê Amedê bi mebesta protestokirina vê yekê li navçeya Amedê ya Rêzan civiya. Dema mudaxeleyê parlamentera HDPê ya Amedê Remziye Tosun birîndar bû.

Herweha hat diyarkirin, polîsan bi ava bi tazyîk mudaxeleyî girseyê kir ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamentarên HDPê yên Amedê Musa Farisoglullari û Semra Guzel jî ji aliyê polîsan ve hatine derbkirin.

Parlamentera HDPê Tosun di dema mudaxeleyê de bêhiş ket û ew bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

‘ERDOGAN KONTROL JI DEST DA’

Li gorî encamên hilbijartinên herêmî AKPê û Erdogan, Stenbol û Enqere û hin bajarên girîng ji  dest dan lê AKP bi hinceta ku di hilbijartinana de sextekarî hatiye kirin, daxwaz dike li gewretirîn bajarê Tirkiyê Stenbolê hilbijartin bihên dubarekirin.

Duhî (17.04.2019) YSK biryara xwe eşkere kiribû û mazbataya dabû namzedê CHPê Ekrem Îmamglu û bi vê yekê re Îmamoglu bi fermî bûbû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin