Serok Barzanî: Ji bo parastina Kurdistanê çi ji destê me bê emê bikin

Serok Barzanî: Ji bo parastina Kurdistanê çi ji destê me bê emê bikin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ku bi boneya 35emîn salvegera Raperîna Adara 1991ê peyamek belav kir got, “Niha navçeya me di rewşeke pir aloz û hestiyar re derbas dibe û em hêvî dikin ku her çi kêşe û nakokiyên li herêmê hene bi rêya aştiyane bigihîjin encam û çareseriyê. Em jî çi ji destê me were em ê bikin, da ku Kurdistan ji şer, nehametî û naxweşiyan dûr be û parastî bimîne.”

Serok Barzanî da zanîn, “Raperîn peyama azadîxwazî û îradeya jiyana serbilind e” û hêvî xwest ku kêşeyên navçeyê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

Peyama Serok Barzanî:

"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya sî û pêncemîn salvegera destpêkirina Raperîna gelê Kurdistanê, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, xelkê xoşewîst ê Kurdistanê û hemû wan nîştimanperwer, têkoşer û azadîxwazan dikim ku di gihîştina bi vî destkeftê biha yê gelê me de roleke wan hebûye.

Raperîn berhem û berdewamiya xebat û qurbanîdana dehsalan a cemawer û hêzên têkoşer ên Kurdistanê bû. Ew rûdana pênivîsa şanaziyê, ji bo her takekî Kurdistaniyê di niha û paşerojê de hilgira peyama teslîmnebûn, azadîxwazî û îradeya jiyana bi serbilindî ye.

Niha navçeya me di rewşeke pir aloz û hestiyar re derbas dibe û em hêvî dikin ku her çi kêşe û nakokiyên li herêmê hene bi rêya aştiyane bigihîjin encam û çareseriyê. Em jî çi ji destê me were em ê bikin, da ku Kurdistan ji şer, nehametî û naxweşiyan dûr be û parastî bimîne.

Di vê bîranîna pîroz de, em silavan arasteyî şehîdên Raperînê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê dikin.”