Êdî Dêrsim ciyê gest û guzariyê ye

Êdî Dêrsim ciyê gest û guzariyê ye

PeyamaKurd- Li Dêrsimê xwezayeka xweş û dewlemend heye ku tûrîstên welat û derve dikarin herin lê tatîla xwe bikin. Bi taybetî xelkê Dêrsimê li derveyê welat gelek hene û dema havîn destpêdike diçin welatê xwe Dêrsimê. Ne tenha Dêrsimî lê ji bajarên der û dor jî gelek kes diçin Dêrsimê da tatîla xwe derbas bikin.

Bi sedema tatîla cejna Remezanê gelek kes berê xwe dan Dêrsimê. Ji bilî xwezaya Dêrsimê li der û dora Dêrsimê gelek ciyên dîrokî hene. Bendava navçeya Kebanê bi xwe xwezayeka dinê bo Dêrimê bi taybetî bo navçeya Pertekê ava kiriye. Xelk dikare erebeyên xwe li keştiyên barhilgir siwar bike û here warên li hember. Hem xelk dikare bi kelekan li ser avê bigere û Kela Pertekê ziyaret bike.

Kaniyên li navçeya Ovacikê balkêşin ku xelk rojên xwe li ser wê ava sar û hîn derbas dike. Dikare ciyê razanê bibîne, masiyên sipî bixwe û xwe hînik bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin