PeyamaKurd- Di çanda Kurdan de bi taybetî ya devkî de ciyê qulingan gelek zêde ye û gelek caran xeberdarê evîndara ne. Dema quling ji germiyanan ber bi zozanan de diçin, ciyên wan hene ku lê radiwestin û bêhna xwe didin. Di gelek kilamên Kurmancî de dema quling ji germiyanan diçin zozanan evîndar, kilaman davêjin ser qulingan û dixwazin agahiyên evîndarên xwe eger li germyanan bin û çûbin xerîbiyê, pirsa evîndarên xwe ji qulingan dikin. Kilam hene ku berevajiyê wê jî dibêjin.
Dema quling ji germiyanan ber bi zozanan de an ji zozanan ber bi germiyanan de diçin, ciyekî ku lê radiwestin yek jê jî Gol a Qulinga ye. Gol a Qulinga dikeve navbera bajarê Bîngolê (Çepaqçûrê) û Solaxa (Solhan). Ji rêya mezin li dora 5 km yan dûr e. Ciyekî zozaniye lê ber bilindahiyan de diçî, zozanên bilindtir û xweştir hene.
Gola Qulinga bi qederê 50 metre kûre lê taybetmendiya wê ew e ku tê de 3 heb giravên biçûk hene û daîma cîh diguhirin. Li ser 2 giravên biçûk dar hene û zindîne an ku şînin. Berê geştiyar diçûn ser wan giravan û di nav avê de li ser golê digeriyan lê niha ew geşta biçûk ya ser giravan hatiye qedexekirin da zerarekî nebînin.
Niha rêvebiriya Çand û Tûrîzma bajarê Bîngolê dora golê çar alî girtiye û bi çîtên mezin hatiye dorpêçkirin. Dikarî di her gavê de giravan bibînî. Dikên konseran an ku ahengan û xaniyên ji daran yên biçûk hatine avakirin da beşdarvan karibin di wan de cilên xwe biguhêzin. Li ber seha golê kafeterya û xwaringeh jî hene ku geştiyar karibin xwarinê di wan de bixun û vexun.
Hêjaye ku her hemwelatiyên me herin serdana Gol a Qulingan û di dema geşta xwe de rêya xwe bi golê bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin