Hawara Erebistanê: “Herin ciyên bi ewle”

Hawara Erebistanê: “Herin ciyên bi ewle”

PeyamaKurd – Rêvebiriya Erebistan a Sa’ûdiyê ji bo hinek herêmên welatê xwe banga welatiyan kir ku xelk here ciyên bi ewle. Bang bi taybetî ji bo bajarên Mekke, Cidde û Taîfê hat kirin.

Rêvebiriya parastina sîvîl ya Erebistanê dis er platforma hişyariya lezgîn de ji bo bajarên navborî hişyariya “talûkê” da.

Rêvebirî ji bo welatiyan got ku li hemberê talûkeyan hişyar bin, li pey fermana rayedaran herin û ciyan qelebalixê çênekin. Di bûyeran de divê welatî qeydiyên dîmenî nekin. Di daxwuyaniyê de behsa cûreya talûkê nehat kirin ku çiye.

Tevî behsa talûke çi ne nehat kirin jî, dibe ku mesele êrîşên Hûsiyan bin. Di demên dawiyê de Hûsiyên Yemenê êrîşan bidin ser bajar û deverên li Başûrê Erebistanê.

Hûsî bi fuze û dronan êrîşan dibin ser sehayên petrolê, tesîs û ciyên stratejik yên Erebistanê.