Fatma Savciyê bi 'Bîrgeha Mê' dîsa helbestan meyand

Fatma Savciyê bi 'Bîrgeha Mê' dîsa helbestan meyand

PeyamaKurd - Helbestvana Kurd Fatma Savci, bi pirtûka xwe ya nû 'Bîrgeha Mê' careke din derket pêşberê helbesthezên Kurd.

Pirtûka helbestî ya Fatma Savci 'Bîrgeha Mê' ku berê xwendevanan dide pexşana Kurdî, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin.

Di çargoşeka danasînê ya berga pirtûkê de helbestên ku 'Bîrgeha Mê' pêk hanîne wiha hatine ravekirin:

“Berî niha xewnên we şiyar mane?

Xewnên veşartî yên di van rêzikan de şiyar in. Hewqas şiyar in ku dikarin we bikişînin nava rastiya xwe. Sêhra pirtûkê ne tenê bi vegotinên xurt ên helbestî, di heman demê de ji jêhatîbûneke lihevanîna gotinên kevnar û evînî pêk tê. Ji ber ku helbestvan hem li cîhana me ya hundurîn hem jî ji perspektîfa xwe ya bêhempa re vedike, bi van helbestên xwe me dixe rêwîtiyeke vedîtinê.

Cîhana ku te divexwîne wê te bikenîne, tûrikê te tije bike bi pirsên ku wê kêliyê ti nikarî bibersivînî, wê di çavên te de mêvandariya hêsiran bike û ji ber risteyên hatine honandin ne hêsan in; carinan dike ku tu hin risteyan du caran bixwînî.

Fatma Savci ku di rêzikên xwe de hesta xwedîbûnê li peyv û ristan bar dike, bi xweşbînî û carinan jî bi şîneke bi rêbazên delal hestên xwendevanên xwe li hev dixe. Bi peyv û ristan, demên rawestiyayî yên em pê bawer in dîsa diherikîne.”

Fatma Savci kî ye?

Helbestvana navdar a Kurd Fatma Savci di 1974an de, li gundê Girêmîra yê navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew niha li derveyê welat, li Swêdê, li gel mamosteyiya Kurdî, bi xebatên xwe yên wêjeyî re mijûl e.

Berhemên berê yên Fatma Savciyê ev in:

- Gulên Qasid (helbest, 2006)

- Xewnên Zîvîn (helbest, 2007)

- Bîra Birînê (helbest, 2010)

- Dotmara Lal (helbest, 2013)

- Danê Baranê (helbest, 2018)

- Ristika Morîkan (çîrok, 2012)

- Şewq û Payiz (pexşan, 2011)

- Ber bi Binxetê ve - Rojnivîska Rojava (2012)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin