PeyamaKurd – Festîwala şanoyê ya Amedê ya 11.em ya navdewletî bi slogana ‘Diyaloga bo aştiyê ‘ destpêkir. Merasima destpêkê li Qonaxa Cemîl Paşa ya bi navê Kent Muzesi destpêkir.
Hunermend bi cil û bergên Kurdî tevlî merasimê bûn û peyamên aştiyê dan. Festîwal bi hevkariya şaredariya mezin ya Amedê (Şanoya Bajêr ya Amedê) û bi Enstituya Navdewletî ya Şanoyê (ITI) tê saz kirin û di festîwalê de ji 19 welatan wê 22 grûbên şanoyê tevlî festîwalê bibin.
Festîwal 10 roj dewam dike û şanoyên Kurdî ji Rojhalê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê 2 grûbên şanoyê tevlî dibin û bi temamî dê 3 şano yên Kurdî deynin ser dikê.
Şanoyên bi zimanên biyanî wê bi jêrnivîsa Kurmancî, Tirkî û Îngîlîzî nîşan bidin. Di merasimê de şaredara şaredariya mezin Serra Bucak axifî û got:
“Tecruba çanoya Kurd heye, xwedî rol û misyon e. Dê îro ev rol û misyon li vê derê bê nîşandan.”
Şanogerên grûba Merîwan û Çemçemalê, şanoya bi navê "Santimetre" dê deynin ser dike. Derhênerê şanoya Santimetre Soran Huseyîn ji Rojhilate; ji bajarê Merîwane û weha axifî:
“ Şanoya Santimetre li ser enfalaye û bi taybetî di derbarê Enfala Çemçemalê de ye. Xebatekî netewiye. Li ser hissên aştiyê û gotinên wê hatiye avakirin û peyamekî netewî ya ji bo dinyayê ye. Em weka Kurd me xwest peyama Kurd ya aştiyane bînin festîwalê.”
Şanoya Santimetre, şanoyekî kuçêye û wê di 25ê Nîsanê de li parka Ben û Senê bi zaravayê Soranî deynin ser dike.
Serokê Dezga Hunerên Ciwanî yê Çemçemalê Feysal Adil Yargar jî behsa rewşa herêmê û dinyayê kir û got:
“Niha li temamê dinyayê krîz heye. Bi taybetî rewşa li Rojhilata Navîn bandorê li ser temamê jiyanê kiriye. Em temamê hunermendên dinyayê yek peyamekî didin ku ew jî peyama aştiyê ye.”