PeyamaKurd – Li Erbîl a Herêma Kurdistanê 16.em fûara înşaat, îmar û elektrîkê dest pê kir. Di fûarê de li ser projeyên ku bihayên wan li dora 27 milyar dolariye axifîn û behsa vizyona aboriya herêmê kirin.
Ji 20 welatan 450 şîrket tevlî fûarê bûn. Maliyeta fûarê grûba medyayê ya Rûdawê girt ser xwe.
Di destpêka fûarê de serokê dezgeya veberhênanê Muhammed Şukrî axifî û behsa pêşdeçûna ji sala 2019an heya niha kir û balê kişand ser pêşdeçûnê.
Muhammed Şukrî got ku di nav 15 salan de ji 900î zêdetir projeyan qebûl kirine û îmza kirine. Li Herêma Kurdistanê salane 21 milyon ton çîmento û 4 milyon ton hesin tê hilberîn, Kurdistan di alavên înşaatê de têra xwe dike û hetta bûye navendekî ku dikare îxracatê bike.
Di nav babetên ku li ser wan axifîn de veberhênanên tora gihandinê hebûn û wezareta îmar û îskanê di 7 salên dawiyê de 1 trilyon û 145 milyar dînar pere xerc kiriye û 3.200 km rê temam kirine.
Ji bo 491 projeyên ku dewam dikin, ji 3 trilyonan zêdetir pere veqetandine û hêj wê li dora 3 hezar km. rê çêbikin.
Rêvebirê hilberîna elektrîkê Faris Mîrxan behsa reqemên pêşdeçûna avahiyên bingehîn yên di enerjiyê de kir û got di wexta kabîna niha de, 1970 mergavat elekrtîkê zêde kirine.
Mîrxan behsa proja “Runakî” kir ku di perojê de tevî kêmasiya amadekirina ardûyan jî serkeftin heye û %90ê xelkê dikare 24 seetan xizmeta elektrîkê bistîne.
Şaredariya Erbîlê jî li ser planên master yên ku dê di pêş de şekil bidin bajêr, axaftinê kir. Ji bo Erbîl bê plan mezin nebe û plana bajêr kontrol bikin, proja “Nesla Kesk” amade kirine, 20 planên nûh yên bajêr car din kirine dewrê û li ser mijarên navborî agahiyan dan veberhêneran.