Fîlma "Asura" di vizyonê de negihîst mirazê xwe

Fîlma "Asura" di vizyonê de negihîst mirazê xwe

PeyamaKurd - Li Çînê fîlma ku hetanî niha bi budçeya herî zêde hat çêkirin di vizyonê de negihîşt mirazê xwe.

Li gor nûçeya BBCyê, fîlma fantastîk a bi navê "Asura" ya ku bi 112 milyon dolarî hate amadekirin di hefteya ewil a kete vizyonê de 7 milyon dolar dahat bi dest xist.

Piştî ku xeyalên wan serobino bûn çêkeran biryar da ku fîlmê ji vizyonê vekişînin. Çêkeran got ku ew ê hinekî li ser fîlmê bilîzin, guherînan bikin û di nav salekê da dîsa derxin vizyonê.

Di fîlmê de qala mîtolojiyeke Çînê ya ku çavkaniya wê ji baweriya Budîzmê tê dikin û şivanekî xort ji bo welatê xwe biparêze li dijî cinawirê fantastîk berxwedanê dide.

Di fîlmê de lîstikvanên sereke yên Çînê rol girtine, efektên dîtbarî yên fîlmê jî balê dikişînin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin