PeyamaKurd – Mihrîcana Belgefîlman a 7emîn FilmAmed sibe 8ê Gulanê li Diyarbekirê dest pê dike.
FîlmAmed ku ji aliyê Komeleya Akademîya Rojhilata Navîn (Ortadoğu Sinema Akademisi Derneği) ve cara 7an tê lidarxistin, di navbera 8 û 12ê Gulanê de dê bi pêşandana fîlman, gotûbêjan û komcivînên bi beşdariya derhêneran berdewam bike.
7.@FilmAmed Belgesel Film Festivali Programı. @barisatay @SelcukMizrakli @hulya_alokmen @Baska_Sinema pic.twitter.com/wxFRhjb5YA
— FilmAmed (@FilmAmed) 7 Mayıs 2019
Dê fîlmên festîvalê li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê û Eywana Sînemayê ya TMMOBê 44 fîlm derkevin pêşberî temaşevanan.
Hat zanîn ku dê dokumentarên derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî di festîvalê de derkevin pêş temaşevanan.
Hat ragihandin ku dê hemû fîlm û civînên festîvalê ji bo beşdaran bêpere bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin