Fûara pirtûkan ya Erbîlê dest pêkir

Fûara pirtûkan ya Erbîlê dest pêkir

PeyamaKurd – Fûara navdewletî ya pirtûkan ya 18em îro li payîtexta Kurdistanê li Erbîlê bi slogana “Ez Kurdistanî me” dest pêkir. Di fûarê de ji 1 milyonekî zêdetir pirtûkên bi navên cuda hene.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro roja Çarşemê bi fermî fûarê vekir. Fûar li Parka Sami Abdurrahman li salona fuara pirtûkaye, wê 10 roj dewam bike an ku dê heya 31 ê Cotmehêye.

Ji 18 welatan weşanxane tevlî fûarê dibin. Pirtûk bi Erebî, di zaravayên Kurmancî yên cuda de, bi îngîlîzî, Almanî, Fransizî, Farisî, Tirkî û di zimanên din de ne. Erbîl weşanxaneyan, nivîskaran, rewşenbîr û xwendevanan digihîne hev û fûar li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê çalakiyekî çandê ye.

Fûar, her siba seet di 10.00an de vedibe û heya 20.00ê êvarê dewam dike.