Rêvebiriya Amerîkayê bi sedema ku bi êrîşên sîberê diziya mulkiyeta şexsî kirine û xebatên wan yên taybet dizîne Enstîtuya Mabna ya Îranê û 10 hemwelatiyên Îranê kir lîsta dorpêçê.
Wezareta Xezînê beşa OFACê ji ofîsa xwe ragihand ku hinek zankoyên Amerîkayê jî di nava wan de, bi sedan dezgeyên perwerdê û şîrketeka medyayê bo berjewendiyên xwe yên fînasmanê bidest bixin doneyan dizîne.
Wezaret ragihand ku Enstituya Mabnayê ya îranê di sala 2013an de bo xebatên zanistî yên derveyê welat bidestbixe û bide zankoyên Îranê û navendên lêkolînê hatiye danîn. Di nava rêxistinên Amerîka de yên ku êrîş çûne ser wan 144 zanko yên Amerîka hene.
Di ragihandinê de hat gotin ku Enstituya Mabna ji zankoyan lêkolînên zanistî û doneyan didize û di nava dizan de welatên weka Awûstralya, Kanada, Çîn, Danîmarka, Fînlanda, Almanya, Îrlanda, Îsraîl, Îtalya, Japonya, Malezya, Hollanda, Norveç, Polonya, Sîngapur, Kore ya Başûr, Îspanya, Îsweç, Îswîçre, Tirkiye û Brîtanya hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin