PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Dîlokê (Gaziantep) piştî firtûna ku di 3yê Gulana 2026an de çêbû, di çarçova tesbîta xesar û tamîran de, ji bo 7 dibistanan navberê da perwerdê û dibistanan tatîl kir.
Parêzgehê ragihand ku li seranserê bajêr, di 61 dibistanan de xesar çêbûye û piştî firtûnê dest bi xebatên tamîra dibistanan kirine.
Ji 61 dibistatanan heya niha 54 dibistanan temam kirine, hinek ji wan xwendevanên dibistanan birine dibistanên din û 7 dibistanên mayî, piştî 7ê Gulanê, ji bo temamkirina tamîra wan dibistanan 2 roj navberê dane perwerdê.